Ürün bilgisine atla
Hamd ji Allah re be ku wî, ji evdên xwe re Kitêbek bexişandîye. Ew Kitêb, nûr û hîdayet û rahmet û şîfa û rûmet û îzzet û rûh û delîlekî xurt e û ayetên wê ji alî Allah ve kitekitkirî ye û hem eşkere hem jî raveker e. Selât û selâm, li ser Rasûlullah (ass) û li ser ehlê wî û eshabîyên wî be ku wî ayetên Allah (ac) ji mûmînan re xwendîye û wan zelilandîye û Kitêb û hikmet hînî wan kiriye.
Ev “Meala Tewhîd” ku di destê we de ye, fêkîyeke xebatên di navbera salên 2006-2018’yan de ya li ser Qur’anê hatîye kirin e. Birastî tovê vê xebatê li Misirê ku welatê Yûsuf (as) e hatibû avêtin, fêkîyê xwe jî li zîndanê daye ku ew der jî medreseya Yûsuf e (as).
Ez ji Rabbê xwe hêvî dikim ku vê berhemê ji bo dilê muwahhîdan bike şahî û çavronahî û ji wan kesên li hîdayetê digerin re bibe wesîleya beralîbûna bal bi Rabbê wan ve û ji dawa Tewhîd û Sunnetê ku di nav erdnîgara îslâmê de roj bi roj geş dibe re bike xebatekî têkarîyê.
Ez dixwazim ji xwendevanan re li ser mijara meqseda nivîsa mealê û çavkanîyên ji wan hatine îstîfadekirin û di manedayînê de pîvanên esasî û hin teferûetên teknîkî de agahî bidim.
Me Çima Pêdivîya Amadekirina Meala Tewhîd Kir?
1. Rojeva Qur’an û pêxemberan her tim tewhîd e. Herwiha, divê rojeva ew kesê ku meal dide Qur’anê û wê bi zimanekî din ve diwergerîne jî tewhîd be. Sedemek ji bo amadekirina Meala Tewhîd yek jî ev bû ku di qismek mealên heyî de balkişandina tewhîdê nebes bû û di pirên wan de jî qet tune bû. Dema ku Qur’an di bin sernava tewhîdê de bi hûrnêrîn bê tehqîq kirin wê bê dîtin ku tewhîd li ser du bingehan tê vegotin:
a. Tarîfkirina Tewhîd û şirka ku ziddê wî ye.
b. Bi mînakdayîna ji jiyana rojane fêmkirina sînorên tewhîd û şirkê. Tewhîd: Bitenê îbadet kirina ji Allah (ac) re. Di zat û sifet û fîêlên xwe de yekgirtina wî (ac). Bi pêkanîna pêwistîyên navên wî re evdîtîya jê re (ac). Îman anîna pê ku ew xwedîyê kaînatê ye û hakimîyet û serwerî bitenê aîdê wî (ac) ye û li gor hewcetîya vê bê amelkirin û di wan mijarên me hejmartin de şirîk neçêkirina qet tu heyînî ji Allah (ac) re.
Ev tarîfa ku ji ayetên Qur’anê yên cuda hatine berhevkirin, ji însanê ewîl hetanî ku qiyamet rabe pênaseke muteber û qaîdeyekî neguherbar e.
Lê ew ên dijberên tewhîdê ne, di her serdemê de bi awayên ji hev cuda şirîk ji Allah (ac) re çêkirine. Qur’an carînan cih bide van mîsalan jî herî zêde li ser helwestên civaka Ereb yên zid û muxalifê tewhîdê disekine. Wek mînak; lavahî kirina bi peykerên (pûtên) hin kesên ku bi qencîya wan pêbawer in û nezirkirina ji pûtan re û tewafa li dor wan û di rewşa tengezarîyê de gazî û hewarîya ji rûhanîyeta wan, pratîkên/tetbîqetên ji rêzê û belavbûyî bû. Qur’an, pir caran bal kişandîye ser vê mijarê. Li ser rûyê erdê di cihên din de jî însanan perestîya agir û pîrozandina çêlekê dikirin û huner/sanat ji xwe re wek îlâh dipejirandin.
Nebehskirina Qur’anê ya di vê mijarê de nayê ser maneya ku ev tiştên hanê ne di bergeha tewhîd û şirkê de ne, lê ji ber vê ye ku dema Qur’an nazil dibû berdêla wê di civaka Ereb de tune bû. Lê belê tarîfa ku Qur’an daye hemû cureyên şirkê di naveroka xwe de vedihewîne. Wergêrê Qur’anê mecbûre ku vê heqîqetê bizanibe û pêdivîyên wê pêk bîne.
Bi tercûmeya Qur’anê tevlîkirina rojeva qewmekî, bi tesbîta mînakên munasib û bi pir mîsaldayîna tarîfên tewhîd û şirkê yên gerdûnî/unîversal bike da ku ji bo gel li ser rastîyê fêmkirina tewhîdê pêk bîne. Li ser vê em dikarin bibêjin ku mealek, çawa bawerî û perestîya muşrîkên Mekkeyê ku
Bitte übersetzen
Yayınevi
Dil
Kürtçe
Sayfa sayısı
ISBN
9786057176424
Baskı
1
Önerilen